Efrîn..Dewleta Tirk û çeteyên wê agir bi gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê xist

Li Efrîna dagirkirî, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bi dawî nabin. Dewleta Tirk û çeteyên wê agir bi darên zeytûnê yên li gundê Beradê yê bi ser navçeya Şêrawayê xist.
Her wiha li gundê Kefer Sefrê 3500 darên zeytûnê birîn, li Gundê Evrazê jî 3 malbat ji malên xwe hatin derxistin û malbatên çeteyan li şûna wan hatin bicihkirin.

Kiryar û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî welatî û xwezaya Efrîna dagirkirî bi dawî nabin.

Li gorî ku Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, duh çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên darên zeytûnê yên li derdora gundê Beradê ya bi ser navçeya Şêrawayê ve xist.

Hat diyar kirin di encamê de agir bi derdora gund ket û fikar heye ku agir bighêje gundên Meyasa, Burc Qas û Kalûtê.

Çavdêriyê tekez kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê derdora gundê Um El-Hoş toparan kir û di encamê de, bi deh hektaran zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.

Li gundê Kefer Seferê 3500 dar hatin birîn

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyên Lîwa Semerqend li gundê kefer Sefrê ji destpêka meha gulanê ve 3500 darên şêniyên gund desteser kirine.

Li gorî çavkaniyê:

2000 dar yê şêniyê bi navê Henan Mihemed Birîm e.

700 dar yê şêniyê bi navê Miçheme Hac Ebdo ye.

800 dar yê şêniyê bi navê Reşîd Îbiş e, yê ku beriya demekê jiyana xwe ji dest da û malûmilkên wî hatin desteserkirin

Li gundê Evrazê 3 malbat ji malên xwe hatin derxistin

Malper Afrin Post jî ragihand ku di 5 gulanê de, 3 malbat ji gundê yê Evrazê yê bi bi ser navçeya Mabata ji malên xwe hatin derxistin û li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihanîn.

Li gorî malperê, navên kesên ku malên wan hatin desteserkirn wiha ne:

Malbata Mihemed Nasan û malbata kurê wî xalid Nasan û mlabta zaveyê wî Mihemed Mistefa.

Back to top button