QSD: Hewildanên êrîş û revê yên girtiyên DAIŞ’î yên li girtîgeha Hesekê hatin têkbirin

QSD’ê diyar kir wan xebatên ji nûve birêxistinkirin û sererastkirina girtîgeha ku çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin bi dawî kir û planên êrîş û revê ya çeteyan pûç kir

Derbarê girtiyên DIAŞ’î yên di girtîgeha li Hesekê de QSD’ê daxuyaniiyek li ser malpera xwe parvekir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku ji 7 heya 12 Gulanê, yekîneyên dijî-terorê yên QSD’ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona navdewletî, gelek kar û xebat di zindana Hesekê ya girtiyên DAIŞ’ê tê de ne ji nû ve birêxistinkir û sererastkir.

Hat diyar kirin Rayedarên şareza avahiya girtîgehê kontrol kirin, tomarên girtiyan ji nû ve saz kirin,, û tedbîrên ewlehiyê yên guncaw girtin.

Hat gotin Tîmên tendiristiyê jî di çarçovya tedbîrên dijî vîrûsa Coronayê têst ji hemû girtiyan re çêkirin û gitiyên ku nexweşiyên cûda bi wan re heye dermanên ji wan re peydakir.

QSD’ê ragihand ku operesiyon bi serkeftî derbas bû û hemû hewildanên girtiyan yên xerabkirina alavên çavdêriyê yên di girtîgehê de û hewildanên êrîş û reva çeteyan têkbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe û çareseriyekê ji van girtiyên DAIŞ’î re bibin e û ji bo darizandina wan dadgehekê ava bikin.

Back to top button