WHO’yê ji 90 hezar derziyan tenê 700 şandin herêmên Rêveberiya Xweser

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo belavkirina derziyên dermankirinê ji vîrosa Coronayê, kampanyayek bi navê Hewldana COVAX`ê da destpêkirin.

Hewldana COVAX jî bi awayekî taybet ji bo welatên ku koçber yan şer lê hene, çêbûye.

Di heman çarçoveyê de WHO`ê soz dabû ku ji meha Adarê ta bi Gulanê wê 90 hezar derziyên Coronayê ji herêmên Rêveberiya Xweser re bişîne.

Li ser vê bingehê jî Rêveberiyê pilanên xwe dikir, lê li gorî agahiyan, heta niha hejmara derziyên ku gihîştiye herêmê gelekî kêm in.

Li gorî rayederan, heta niha derziyên ku hatine şandin tenê 700 in, lê ew jî hemû radestî nexweşxaneyek girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Qamişlo kirine.

Her wiha Rêxistina Doktorên Sînornenas-MSF ji ber newekheviya belavkirina derziyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, WHO`ê rexne kir.

MSF’ê diyar kir ku saziya navborî li gor daxuyaniya xwe tevnegeriya, pêwistiya wan niha jimarê ku hatiye diyar kirin zêdetir derzî û testan heye.

Back to top button