“Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek”

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas diyar kir ku ji ber bêdengiya PDK’ê, dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Ebas bang li hemû partiyên Kurdî kir ku li hemberî dagirkeriyê û hewldanên qirkirinê helwesta xwe nîşan bidin.

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Meydyayê ji ajansa Hawarê re axivî.

Mihemed Ebas diyar kir ku dewleta Tirk bi bihaneya şerê PKK’ê ve, dixwaza qirkirina gelê kurd bike.

Ebas da zanîn ji ber bêdengiya PDK’ê, dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh dike.

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid jî bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku helwestekê li hember êrîşên dagirkeriyê nîşan bidin.

Ridwan Agirî jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ne tenê şkandina vîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, lê belê ya gelê Kurd û têkbirina destkeftiyên wî ye.

Back to top button