Li Mabata çeteyên Tirkiyê malbatên xwe li malên şêniyên resen bi cih dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 malbatên ji navçeya Mabatayê a Efrîna dagirkirî ji malên wan derxistine û malbatên xwe lê bi cih kirine. Her wiha li gundê Şadîra yê êzidiyan ê girêdayê navçeya Şêrawayê jî dest bi çêkirina mizgefta bi navê “Ebû Bekir El-Sedîq” kiriye. 

Ne bese ku erd û axa wan dagirkiriye, êdî wan ji malên wan jî derdixin.

Ev kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk di 5’ê Gulanê de, 3 malbatên ji Avrazê ya girêdayî Mabata ji malên wan derxistine.

Li gorî rêxistinê, koma çeteyan a bi navê “Lîwa El-Şemal” malbatên xwe li malên şêniyan bi cih kiriye.

Her wiha li heman navçeyê projeya yekîneyên leşkerî yên mêtîngeriyê a li qada ku şêniyan Cejna Newrozê lê li dar dixist, temam dike.

Dewleta Tirk zêdeyî 500 malbatên Filistînî li şûna Efrîniyan bi cih kirin

Li aliyeke din jî, dewleta Tirk li gundê Şadîra yê êzidiyan ê girêdayê navçeya Şêrawayê jî kevirê bingehîn ê ji bo avakirina mizgeft û navenda fêrkirina Quranê a bi navê “Ebû Bekir El-Sedîq” danî.

Ev proje bi finanseya ji hêla Komeleya “Ehalî Filistîn 48” û çavdêrîya “Komeleya El-Eyiş Bî Kerama” û “Komeleya Eyadî Beyda’a ” yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn ê Qatarê pêk tê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşekere kir jî ku dewleta Tirk heta niha zêdeyî 500 malbatên Filistînî li malên şêniyên Efrînê yên ku ji malên xwe koçber bûne, bi cih kirine.

Her wiha, çeteyan 7 avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyên kantona Efrînê, di nav de gundê Bafîlûnê yên êzidiyan ê navçeya Şerayê ava kirine.

Back to top button