Semîr Ezam: Rûsiya ciwanên Siweydayê dike leşker, paşê wan dişîne şerê Lîbiya

Kordînatorê Kombûna Sûriyên Elmanî yên Demokrat Semîr Ezam ji Ronahî TV re, teqez kir ku Rûsya ciwanên Siwêdê dike leşker û paşê wan dişîne Lîbyayê.

Semîr Ezam diyar kir ku kompaniyeke ewlehiyê ya Rûsî rewşa xerab a li Sûriyê, bi taybet a parêzgeha Siwedayê bikar tîne û ciwanên wê dike leşker û dişîne Lîbiyayê.

Ezam da zanîn ku Rûsya alîkarê Hikûmeta Şamê ye û şandina van kesan ji bo şerê li welatine din hêsan dikir.

Kordînator Semîr Ezam anî ziman ku armanca Rûsya ew e dest deyne ser petrola Siwedayê û ji ber ku parêzgeh bi Urdinê ve ye , dixweze qaçaxiya madeyên hişbirê jî bike.

Back to top button