HDP: Êrîşî navenda me ya giştî hatiye kirin

Êrîşek li dijî navendeke HDP’ê hat kirin, HDP’ê jî got ku berpirsyar desthilatdarî ye. Li Êlihê jî bi idîaya ku qedexeya ji ber vîrûsa Coronayê binpê kiriye polîsan li zarokekî 15 salî xist.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev êrîşek li dijî avahiya navenda giştî ya partiyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parevkirin:

Doh bi şev piştî saet 12 nîvê şevê komek ji 3 kesan êrîşî avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê kir.

Polîsên ku li du nuqteyan ji bo parastina avahiyê wezîfedar in, li pêşiya êrîşê nebûn asteng û ji êrîşê re bûn alîkar.

Êrîşkar bi hêsanî di bin çavdêriya polîsan de êrîşî avahiya partiyê kir û hîn jî nehatine girtin.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de got ku ev yek nîşan dide ku armanca êrîşê çi ye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

HDP’ê diyar kir ku li gel qedexeya derketina derve di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ev êrîş li dijî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyê hate kirin û beprirsyar jî desthialtdarî ye ku xwe ji kaosê xwedî dike û her gavê HDP’ê dike hedef.

Li Êlihê polîsan li zarokekî 15 salî xist

Duh êvarî jî li taxa Cûdî ya Êlihê bi idîaya ku qedexeya ji ber vîrûsa Coronayê binpê kiriye polîsan li zarokekî 15 salî xist.

Polîsan her wiha heqaret li mirovên derdorê kirin û gule li hewayê reşandin.

Zarokê ku êşkence lê kirin piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.

Back to top button