Bi hezaran Brerazîlî li dijî tundiya polîsan û nîjadperestiyê meşiyan

Li Brezîlyayê piştî operasyona bi xwîn a polîsan, bi hezaran kes daketin qadan û li dijî tundiya polîsan û nijadperestiyê çalakî kirin.

Li bakurê Rio de Janeiro li taxa Jacarezinhoyê di operasyona hefteya derbasbûyî ya dijî komên bazirganên narkotîkê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li ser nerazîbûna li dijî kuştinên bêdaraz, di serî de Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî gelek rêxistinên mafên mirovan ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên mirovan xwestin ku lêpirsîneke serbixwe bê kirin.

13’ê Gulanê bi hezaran kes li gelemperiya welêt daketin qadan û xwestin ku dawî li cihêkariyê bê anîn ku ji sedî 55 ê nifûsa welêt mirovên reş û melez in.

Çalakî bi slogana “Ne fîşek, ne birçîbûn, ne Covîd. Gelê reş dixwaze bijî” di salvegera rakirina koletiyê ya li Brezîlyayê de pêk hat.

Di meşa li Rio de Janeiro pankartên bi nivîsa “Li dijî qirkirinê, serhildan maf e” hat hildan.

Back to top button