Tevî bangên herêmî û navdewletî, şerê navbera Îsraîl û Felestînê hîna dewam e

Şerê di navbera Îsraîl û Felestînê de dewame. Tevî bangên rawestandina şer, bangên tewanmbarkirina aliyan jî derketiye pêş.

Bi diyarkirina helwesta welatan re êdî dubeşiya li ser rewşa heyî derdikeve pêş. Konseya Ewlekariyê ya NY jî biryar da ku di 16’ê gulanê de li ser rewşa Filistîn û Îsraîlê, rûniştineke online li dar bixe.

Şerê Îsraîl û Felestînî yê ku ketiye roja 5an hîna dewam e.

Gelek serokên dewletan û alî bang rawestandina şer dikin.

Rêveberiya Amerîkî di vê derbarê de diyar kir ku bi Misir, Tunis û hin welatên erebî di nava têkiliyan de ne da ku karibin rolekê bilîzin û vî şerî bidin rawestandin.

Serokdewletê Rûsî Vladimir Putin tekez kir ku şerê Filistîn û Îsraîlê têkliya xwe bi berjewendiyên wan yên ewlehiyê re heye.

Putin diyar kir ku beriya vê jî têkilî bi gelek aliayn re bi pêşxistin, da ku ev rewş bi dawî bibe.

Sekreterê giştî yê NY Entonyo Guterres jî bi rêya peyameke li ser Twittera xwe bang kir ku ev şer yekser bê rawestandin û aloziya Felestî-Îsraîlî bi dawî bibe.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî li ser Twitra xwe bi zimanê Eerebî û Îbranî banga rawestandina şer li aliyan kir û wiha got:

Divê tundî li Rojhilata Navîn bê rawestandin.

Ji ber vê, ez banga diyalogê, aramî û aştiyê dikim.

Konseya Ewlekariyê ya NY wê 16’ê Gulanê rûniştinekê li dar bixe

Di vê çarçoveyê de, şandera mayinde ya NY Linda Thomas ragihand ku Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî wê 16’ê Gulanê li ser rewşa Filistîn û Îsraîlê, rûniştineke vekirî li dar bixe.

Hatibû diyarkirn ku rûniştin îro bê lidarxistin, lê DYN ji bo 16’ê gulanê bi paşxist.

Çîn ji bo vê yekê, DYA tawnbar kir ku ew êşa Felestîniyan piştguh dikin.

Bi hezaran kes ji Urdunê ji bo piştevaniya Felstîniyan îro herikîn ber bi sînorên Urdin yê bi Filistînê re.

Her wiha li gelek bajarên welat jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Libnanê jî bi sedan kes herikîn ber bi sînor û xwepêşandan li dar xistin.

Weke gelek welatan, li Fransayê Parîsê jî xwepêşander ji bo piştgiriya Filistîniyan, herikîn “qada komarê” ya li Parîsê.

Lê Wezareta Karê Hindirîn ragihand ku çalakiyên ji bo piştevaniya bi Filistînê re hatine qedexekirin.

Back to top button