Artêşa dagirker li sînorê Rojhilat kolberek birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker di navbera sînorê Bakûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan êrîşê komek kolberên kurd kir û di encam de kolberek birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê di 12’yê Gulanê leşkerên artêşa dagirker li navçeya Çildaran a bajarê Wanê êrîşê komek kolberên kurd kir.

Di encama êrîşa artêşa dagirker de kolberek bi navê Hesen Elem Hulî bi giranî birîndar bû ye.

Malperê diyar kir ku Hesen Elem piştî birîndarbûnê rakirine Nexweşxaneya bajarê Mako yê Rojhilatê kurdistanê û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Back to top button