Mistefa Meşayix: Li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêwîstî bi yekîtiya Kurdî heye

Cîgirê sekreterê P.Y.D.K.S’ê Mistefa Meşayix diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê tunekirina neteweya Kurd e, lewra divê yekîtiya netewî bê avakirin. Lêkolînerê misirî Muhsên Ewedallah destnîşan kir ku Tirkiyê çeteyan li dijî gerîla bi kar tîne lê dê bi ser nekeve. 

Ji 23 Nîsanê ve û heta niha dewleta Tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, gerîla berxwedaneke mezin û dîrokî dide raber kirin.

Derbarê mijarê, Cîgirê sekreterê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S) Mistefa Meşayix diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû awayî û cureyan dijminatiya gelê Kurd dike.

Mistefa Meşayix destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tunekirina neteweya Kurd e.

Lêkolînerê Misrî: Ji bo veşartina binkeftina xwe, Tirkiyê çeteyên Sûrî bi kar tîne

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker 450 çeteyên ku beşdarî şerên Qerebax û Lîbyayê bûne, veguhastine Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku êrîşî gerîla bikin, ew çete cilên hêzên taybet ên Tirkiyê li xwe dikin.

Li ser mijarê, Lêkolînerê misirî Muhsên Ewedallah ev yek anî ziman:

“Bikaranîna çeteyên sûrî di şeran de an jî di şerê li dijî PKK’ê de ji aliyê Erdogan ve, ne tiştekî dûr e.

Ji ber ku beriya vê jî dewleta Tirk ev çete di dagirkirina Efrînê jî bi kar anîbûn.

Aramanca wê jî da binkeftin û têkçûna xwe ya di şerê li dijî PKK’ê de veşêr e û alternatîfeke erzan peyda bike.”

Back to top button