NY: Jimare çeteyan li Lîbyayê kêm nebûye

NY ragihand ku heta niha derbarê dosyaya çeteyan li Lîbyayê ti pêşketin nehatiye kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku jimara çeteyan piyanî yên li Lîbyayê û her wiha çalakiyên wan nexasim li naveda welet, hîna kêm nebûye.

Guterres her wiha destnîşan kir ku tevî agirbesta ku di navbera herdu aliyan de hatiye ragihandin, çalakiyên barkirina asmanî yên ber bi baregehên leşkerî berdewam kirin.

Jixwe, jimara çeteyan li Lîbyayê û li gorî bîlançoyên NY, zêdeyî 20 hezar çete ku ji wan derdora 13 hezar Sûrî ne.

Back to top button