ARTÊŞ ESASGIRTINA MADEYA 102’AN RADIGIHÎNE

Piştî aloziya ku ev çend hefte li Cezayîrê rû daye, Serokê artêşa Cezairî nekarîna serokê Cezairê ya rêvebirina welêt ragihand.
Wisan xuya dike ku xwepêşandanên gel wê li dijî serokatiya Butiflîqa heta gihiştina encamekê bidome.

Her wiha Parlamenterên Partiya Karkeran jî li dijî serokatiya Butiflîqa rabûn û xwe ji parlementoyê îstifakirin.

Serokê artêşa Cezairî Ehmed Qayîd Salih ragihand ku wê rêkareke destûrî ku serok Ebdul Ezîz Butiflîqa nema ji serokatiya welat re dibe, pêk werîne.

Salih ji televîzyona fermî ya Cezairê re axivî û got:

Ji bo çareseriya aloziya welêt wê madeya 102’an a destûrê esas were girtin.

Salih bang li artêşê kir ku ji bo bidawîkirina aloziyê xwedî yek-helwest bin.

Li gorî televîzyona welêt a taybet, meclisê piştî axaftinên serokê artêşê civînek li dar xist.

DIVÊ TAVILÊ SEROKÊ CEZAIRÊ XWE ISTÎFA BIKE

Tavilê bersiva vê biryarê ji aliyê nûnerê giştî yê partiya kombûyîna netewî û serokwezîrê Cezairê yê berê Ehemd Oyehya hat û got:

Divê aniha Butifîqa ji erka xwe istîfa bike.

Li gel vê yekê, malpera Huff Post a Mexribî ragihand ku berpirsekî muxalefetê axaftina artêşê red kir û got:

Gel dixwaze wekheviyeke netewî çêbibe ne hikumê kesên ji çaxa serxwebûnê ku ji 1962’an ve dest ji desthilatê bernedane, berdewam bike.

Wî diyar kir ku wê xwepêşandan heta hikumet were guhertin dewam bikin.

Parlamenterên Partiya Karkeran jî li dijî vê yekê rabûn û xwe ji parlamentera Cezairî istîfa kirin.

Ji ber ev biryar di nêrîna wan de tenê xizmeta mayîndebûna rejîmê dike.

Leave a Reply

Back to top button