Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman Cejna Zimanê Kurdî wek rojek bi nirx bi nav kir û da zanîn ku, SZKê plan kiriye ku 2 berhemên nû derxe û îsal pêşkêşî qada perwerdeyê bike.
Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman ji Ajansa HAWARÊ re li ser hurgiliyên kar û xebatên saziyê axivî.
Izedîn Silêman da zanîn ku ew li ser qada Rojavayê Kurdistanê bi giştî dixebitin, lê têkiliya wan bi enstîtuyên Belçîka, Stockholm, Danîmark û gelek yên Başûr û Bakurê Kurdistanê jî re, heye.
Izedîn Silêman diyar kir ku ew hewl didin ferhengeke neteweyî hazir bikin, nîqaşên wan bi sazî û dezgehên din re berdewam in.
Hevserokê SZK`ê Izedîn Silêman, 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wek rojek bi nirx bi nav kir û li gelê xwe
pîroz kir.