Li Heîlbronê Kurd û dostên wan zextên dewleta Elman şermezar kirin

Li bajarê Heîlbronê yê Elmanyayê Kurd û dostên Kurdan bi çalakiyekê êrîşên dewleta Elman li ser kurdan şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Elmanya ji nirxên demokratisê bi dûr dikeve.

Di çalakiyê de Wekîlên berê yên HDP’ê Nursel Aydogan û Faysal Sariyildiz, Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer û gelek çalakvanên Elman amade bûn .

Kesên di çalakiyê de axvîn bal kişandin li ser zexta dewleta Elman a van demên dawî a li ser kurdan û diyar kirin ku hikûmeta Elman bi dewleta Tirk re bi hevkarî, zext û zordariyê li Kurdan dike.

Hat destnîşan kirin ku Elmanya ji nirxên demokratîk ên Ewropayê dûr dikeve û bang li dewleta Elmanya kirin ku li van nirxan xwedî derkeve.

Çalakvanên ciwan ên Elman jî diyar kirin ku ji ber PKK’ê cîhan ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kiriyê, divê dewleta Alman li şûna zextê li Kurdan dike, qedexeya li ser PKK’ê rake.

Back to top button