Çalakiya li Mexmûrê 149 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî, di roja 149’an de bi biryardarî dewam dike.
Şendeya Nûnertiya HDP’ê a Başûrê Kurdistanê serdana çalakvanên wargehê kir.

Çalakî ji aliyê koma 76’an ve hate dewrgirtin.

Şendeya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ku ji 7 kesan pêkdihat serdana çalakvanên wargehê kir û cejna remezanê li çalakvanan pîroz kir û berxwedana wan silav kir.

Li ser navê koma 75’an Sedîq Demîr xêrhatina şandeya HDP’ê kir û wiha got:

“Dewleta dagirker ya Tirk tu huquq û mafan nasnake, dixwazin qirkirineke nû bi ser gelê Kurd de bînin.

Lê emê wek gelê Kurd rê nadin vê yekê, bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku neyên lehîstikên dijmin, xwedî li îrade û axa xwe derbikevin.”

Berdevkê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hikmet Hatîp jî got:

Em berxwedana Gêrîlayên Azadiya Kurdistanê û ya gelê wargehê pîroz dikin. Dijmin di her alî de êriş dike, ji ber vê jî pêwîste em wek gelê Kurd her cihî bikin qada berxwedanê.

Back to top button