Efrîn..heta niha derdora 26 rêxistin hevkariya dewleta Tirk dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji roja ku Efrîn dagirkirîye sûc û hovîtiya xwe roj bi roj zêde dike. Gelek dewlet jî piştgiriya vê hovîtiyê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveye guhertina demografîk de, li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kiriye.
Ev yek jî bi hevkariya derdora 26 rêxistinên qaşo Îslamî yên girêdayî Ixwan El-Mislimîm pêk tê.

Dewleta Tirk a û çeteyên xwe ku zêdeyî sê sal e bi piştgiriya hêzên navnetewî Efrîn dagirkirin, bê navber sûc û hovîtiya xwe didomînin.

Ji kuştinê heta revandin, destdirêjî, şewitandina xwezayê, hilweşandina cih û deverên dîrokî û desteserkirina mal û milkên welatiyan pêk tîne.

Li Efrîna dagirkirî, Dewleta Tirk bi armanca guhertina demografîk dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kiriye.

Nevenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kiriye û heta niha 7 avahî hatine avakirin.

Ev yek jî bi hevkariya rêxistinên qaşo Îslamî yên girêdayî “Ixwzan El-Mislimîn” pêk tê, da ku çeteyên xwe lê bi cih bike.

Nevenda Belgekirinê her wiha diyar kir ku heta niha derdora 26 rêxistin hevkariya Tirkiyê dikin û navên wan ev e:

Rêxistina Karesat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê- AFAD
Rêxistina “El-Ixase El-Îsalmiye”
Rêxistina “El-Rehmê – Newrc”
Rêxistina “Reheme Beynehûm”
Rêxistina “Islamic Help”
Rêxistina “Beyet ElZekat”
Rêxistina El-Rehme El-Alamiye”
Tîma bi navê” Molham El-Tetewiî”
Rêsitina “Elnedwe El-Alamiya a Şebabên Îslamî”
Rêsitina ” Şebab El-Xêr”
Rêsitina Şebab El-Xêr El-Tetewiî”
“Komeleya “El-Islah”
Pêngava bi navê” El-Hemla El- Alamiye lînesret El-Şeb EL-Sûrî”
Rêsitina” Qewafil El-Îxase û El-Tenmiye”
Civata Misilman li Fransa
Tîmê Dilxwazên ​​El-Xêr
Komela Aşitiyê
Saziya Al Najat a Xêrxwaziyê
Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê
Pêngava “Zixir û El-sened” a ji Kuwêtê
Komeleya “El-Binyan a Xêrxwaziyê”
Saziya “El-Fiqan”
Komeleya “Bijîşkî ya Koçberên Sûrî”
Saziya “Terabilisê”
Tîmê “El-Ihssan a Ciwanên”
Rêxistina “El-Tenasih ,Vexwendin û Raghandinê”

Li gorî Navendê ev avahî li van deveran hatine avakirin:

Gundê Şadîra yê Şêrewa.
Gundê Xalta yê Şêrewa
Çiyayê Şêx Mihemed Şemalî yê li Cendirêsê.
Çiyayê Şûtî yê li Cendirêsê
Devera Lêjê ya di navbera gundên Qermiteq û Ceqla jêrîn
Devera Çiyayî ya nêzî gundê Hec Hesna, Cendirêsê.
Li derdorê navenda navçeya Şiyê

Back to top button