50 Parlamaneterên Brîtanya bang li hikumetê kir ku li dijî Tirkiyê bertek nîşan bide

Parlamentoya Brîtanya naxwaza hikumet wan li dijî binpêkirinên mafê mirovan ku ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin, bêdeng bimînin.
50 parlamenteran bang li hikumeta Boris Johnson kir ku li dijî Tirkiyê helwestê nîşan bide.

Li Brîtanya bi serkêşiya Parlamenterê Partiya Muhafezeker Crispin Blunt û Parlamenterê Partiya Karkeran Hilary Benn bo Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab nameyek hat amadekirin.

Di nameyê de, pêwîstiyên peywendiyên Tirkiyê û Brîtanya hatin rêz kirin.

Hat gotin, di dema Serokomariya Erdogan de pêşketina mafê mirovan li Tirkiyê berevajî bûye û wiha hat gotin:

Ji bo Tirkiye careke din bikeve rêza demokrasiyê, rêz bide mafê mirovan pêwiste Brîtanya helwesta xwe diyar bike.

Ev jî weke berpirsyariya Brîtanya li hemberî civaka Tirkiyê hate destnîşankirin.

Di nameya parlamenteran de gelek mînakên li Tirkiyê wek rakirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu, doza dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi sedan sîyasetmedarên girtî tên nîşandan.

Di namê de tê gotin, divê Brîtanya diyar bike ku dostaniya wan bo Tirkiyê ne bê şert û merce` û bi hikumeta Tirkiyê bide xuyakirin ku wê her dem piştgirî bidin mafê mirovan.

Back to top button