NATO: Peywendiyek asayî ya bi Rûsyayê re ji bo niha zehmet e

Dijberiya navbera NATO û Rûsya wisan xuya dike di demek kin de bi dawî nebe.
NATO ragihand ku nepêkane di nava dema heyî de peywendiyek asayî ya bi Rûsyayê re pêk were.

Li gorî nûçeya di ajansa Sputnikê de, Endamê Meclisa Parlamenterên NATO Brendan Boyle ev yek bi awayekî eşkere aniye ziman.

Brendan Boyle têkildarî pêşnûmeya pêşkêşî meclisê kirî de wiha got:

Ji bo niha vegera têkliyên asan yên bi Rûsya re, nepêkane.

Tenê ji bo parastina hevalbend û hevkarên me peywendiyek ya danûstandinê dikare were despêkirin.

Di rewşa heyî de, ji bo berxwedaneke stratejîk li hember Rûsyayê divê her tişt were kirin.

Boyle diyar kir ku negengaz e Rûsya di paşerojek nêz de siyaseta xweya derve biguhere.

Endamê Meclisa Parlamenterên NATO anî ziman ku tifaq dikare hevkariya xwe bi Rûsya re di mijarên wekî kontrolkirina çekan, tekoşîna li dijî terorîzmê, tekoşîna pandemî û guherîna avhewa bidomîne.

Civîna desteya şêwirmendiya Meclisa Parlamenterên NATO-yê ku doh despê kirî wê heta 17’ê Gulanê bidome.

Rûsya û Çîn jî di nav de, beşdarvan wê bi tevahî 15 raporan li ser mijarên cihêreng ên têkildarî ‘pirsgirêkên ewlehiyê’ binirxînin.

Back to top button