Komîteya Grev a Netewî û hikumeta Kolombiya wê careke din bicivin

Îro 17 rojin li Kolombiya xwepêşandêr li qadanin.
Hikumeta Kolombiya û Komîteya Greva Neteweyî biryar dan ku carek din bicivin da ku çareyek ji xwepêşandanên dijî-hikumetê re bibînin.

Nûnerên Komîteya Greva Neteweyî, li ser vexwendina Serokdewletê Kolombiya Ivan Duque li hev hatin, ku 16’ê Gulanê bicivin.

Komîserê Bilind ê Aşitiyê Miguel Ceballos di daxuyaniyekê de got,

Serok careke din teqezî li ser danustandinan kiriye û daxwaza civînên bilez kir.

Komîta Greva Netewî jî bi erênî bersiv vexwendina hikumetê da.

Tevî serokdewlet Duque wê rêveberên welat jî di civînê de amade bin.

Di civîna despêkê ya navbera aliyan de ku 11’ê Gulanê pêk hatî alî negihiştibûn lihevkirinê.

Li gorî daxuyaniyên hikumeta welat 27 xwepêşandêr hatin kuştin.

Nivîsgeha Ombudsman Kolombiya, ragihandibû ku ji xwepêşandanên 28’ê Nîsanê ve despêkirî û heta niha 42 xwepêşandêr hatine kuştin.

Di xwepêşandanên li bajarê Popyan de carke din hêrsa çalakgeran li pêş bû.

Back to top button