LI WANÊ MÎTÎNGA HDP’Ê YA BI HEYBETA HAT LIDARXISTIN

Bi nêzîbûna hilbijartina herêmî li Tirkiyê HDP’ê mîtîngên girseyî li dar dixe.
Li bajarê mezin yê Wanê û gel, hevserok û namzetên HDP’ê bi yek dengî gotin:
Em ê di 31’ê Adarê de hesab ji kûjeran bixwazin.
Her wiha xelkê Wanê encama hilbijartinê jî di mitînga xwe de eşkere kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina Herêmî dest bi li dar xistina mîtîngan kir.

Îro HDP’ê li bajarê Wanê mitîngek girseyî lidar xist.

Bi deh hezaran qada mitîngê tejî kirin û dengê xwe eşkerre kirin.

Parlamenterên û Hevserokên HDP’ê û BDP’ê yên Wanê, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, nûnerên KCD’ê û çalakgerên TJA’yê tevlî mîtîngê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede di destpêkirina mîtîngê de axivî û got:

Me Dayîka Taybet û Roboskî ji bîr nekiriye.

Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin, heke tecrîd were rakirin wê aramî were Tirkiyeyê.”

Namzeta hevşaredariyê ya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî bi silavkirina siyasetmedarên girtî dest bi axaftina xwe kir û wiha anî ziman:

31’ê Adarê em ê ji xespa qeyûm re bibêjin êdî bes e.

TEMELLÎ: BILA HER KES DI 31’Ê ADARÊ DE BIÇE SER SINDOQAN

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya xebatên hilibjartinê de li navçeya Bismilê bi gel re hat cem hev.

Temellî, li gel barana zêde bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî jî piştre li ser dikê gel silav kir û got:

Bila her kes biçin ser sindoqan dengê xwe bidin, û li sindoqan xwedî derkevin.

Di vê hilbijartinê de gel û HDP wê bi ser bikevin û demokrasî wê bi ser bikeve.

 

Leave a Reply

Back to top button