
Li bajarê Kiel ê Almanyayê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk hat.
Di çalakiyê de endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kielê Şîrîn Farqîn axivî û balkişand li ser polîtîkayên Tecrîd û dagirkeriya ku dewleta Tirk dimeşîne.
Şîrîn Farqîn anî ziman “Li dijî polîtîkayên dagirkerî û têkbirinê, meşa azadiyê ya gelê Kurd wê dewam bike. Heta têkbirina tecrîd û dagirkeriyê ew ê li qadan bin.”
Her wiha tekez kir “Tu hêz nikare hezkirina gelê Kurd a ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike Û têkoşîna wan wê her bidome.”
Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.