
Di encama êrîşên Îsraîlê de ku li dijî Xezzayê pêk anî pirraniya wan jin û zarok 33 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû diyar kir ku ewê bersiva moşekên Hamasê bidin û wê êrîşên xwe jî bidomînin.
Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de hefteyek li pey xwe hişt. Her roja ku derbas dibe bîlançoya şer jî giran dibe.
Îsraîlê duh piştî nîvê şevê careke din li dijî Xezayê dest bi êrîşan kir.
Di encama êrîşan de piraniya wan jin û zarok 33 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên Îsraîlê serê vê sibê jî dewam kirin.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên zêdeyî hefteyekêye ku didome, hejmara miriyan derket 181’an. Hat diyar kirin ji kesên mirine 50 zarok in.
Her wiha hat gotin, ji aliyê Îsraîlê jî 2 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyah eşkere kir ku wê welatê wî bi awayekî xurt bersiva êrîşên moşekên Hamasê bide û wê êrîşên wan jî ranewestin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê a Filistînê Eşref El Kudra jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, xebatên rizgarkirina ji bin xirbeyên avahiyan ku di encama êrîşan de hilwesiyan dewam dikin.