Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Lazîqiye û Idlibê bombebaran kirin

Li gundewarên Lazîqiyê û Idlibê, balafirên şer ên Rûsyayê deverên çeteyên Tirkiyê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Lazîqiyê û Idlibê zêdetirî 12 êriş pêk anîn.

Êrişên hewayî li dijî gundê El-Bernas û derdora wê ya li rojavayê Idlibê û girên El-Kebanê yên li çiyayê Ekrad ê gundewarên bakurê Lazîqiyê pêk hatin.

Heman demê, hikumeta Şamê herêmên li derdorê Kebanê, deverên din yên li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Li herêma Derayê du kes hatin kuştin

Li Derayê, ji ber ne-aramiya herêma du sivîl di nav de jinek ji hêla kesên ne-nas Li ser rêya bajaroka Cemle yê gundewarê rojavayê Derayê, hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji destpêka vê mehê heya niha 26 kes ji wan 18 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button