SERKEFTINA QSD’Ê YA LI DIJÎ DAIŞ’Ê SERKEFTINA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE

Rêxistin û partiyên siyasî serdana Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kirin û serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.

Îro Şandeyek ji nûner û endamên partiya Tevgera Azadî, RJAK, Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Eniya Demokrasiya Gel pêkdihat, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Surî ya li Silêmaniyê kir.

Serdan bi armanca pîrozkirina serkeftina QSD’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêkhat.

Li ser navê şandeyê Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmanî Şehên Mihemed axivî û destnîşan kir ku ev serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê serkeftina ji bo her çar aliyên Kurdistanê ye.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Surî jî diyariyekî pîrozbahiyê ya vê serkeftinê pêşkêşî şandeyê kir.

Leave a Reply

Back to top button