Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin êrîşî herêmê kirin û gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê kirin armanc.
Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa dagirker û çeteyên xwe yên ku li gundê Toxara Mezin bi cih bûne, dûh êvarê êrîşê gundê Toxara biçûk kir.
Navendê diyar kir ku heta derengiya şevê êrîş û topbaranê dirêj kiriye.