Li Iraqê ji ber teqîna bombeyekê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li Iraqê ji ber teqîna bombeyekê ji bermahiyên DAIŞ’ê, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 

Li gundê Malîhe yê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê, dema ku hinek zarokan destê xwe dan bombeyekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, bombe bi wan de teqiya.

Li gorî agahiyên çapemeniya Iraqê, hat ragihandin ku di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 3 zarokên din jî birîndar bûne.

Back to top button