Li Efrînê jinepîrek Kurd rastî lêdan û êşkenceyê hat

Ji Efrîna dagirkirî êdî tenê buyer û nûçeyên nexweş tên bihîstin ji ber çete her û her der heqê şêniyên wê de sûcan pêk tînin. Herî dawî, bi hovîtî jineke kurd û tevî temenê xwe yê mezin
hat êşkencekirin. Tevî vamn sûcan û bi alîkariya Qeter, Kiwêt û Behrênê, dewleta Tirk li Efrînê projeya guhertina demografîk pêk tîne. 

Li gundê Satya yê Mabata, şivanekî alîgirê çeteyan pîrejineke kurd bi giranî êşkence kir û axaftinên kirêt jê re got.

Li gorî Çavdêriyê, ji ber ku jina Kurd ji wî şivanî xwest ku pezê xwe dûrî zeviya wê bixe, şivan bi awayekî hovane û bi darê di destê xwe de li pîrejina Kurd xist û jê re got.

“Ev erd ne ya we kurdan e, ev milkê Erdogan e, ji lewma mafê me ye, em pezê xwe li her derê biçêrînin.”

Li navçeya Şêrewa sivîlek serjêkirî hat dîtin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî rojane zêdetir dibin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku çeteyan li ser rêya di navbera Xezewiyê û Basûtê de sivîlekî li pêşiya zarok û hevjîna wî revandin.

Li gorî Çavdêriyê, ew sivîl piştî bi demekê li nêzî gundê Basûtê yê Şêrewa bi awayekî serjêkirî, hate dîtin.

Li Efrînê sivîlekî ji navçeya Biliblê hat revandin

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Heyder Mihemed yê ji gundê HesenDêra yê navçeya Bilbilê revand.

Dewleta Tirk bi alîkariya hin welatên Ereb demografiya Efrînê diguhere

Li aliyekî din li navçeya Şêrewa dewleta dagirker bi alîkariya welatên Ereb li gundê Şadêrê yê Êzîdî, wargehên neştîcîbûnê bi navê “Besma” ji malbatên çeteyan re, ava dikin.

Dewleta Tirk ji Efrînê alîkariyê ji Erebên Îsraîlê dixwaze

Avakirina gund bi piştgiriya koma bi navê Komeleya “Destên Boz” û “Komeleya Jiyana bi Rûmet” ên girêdayî Qeter, Kiwêt û Behrênê tê avakirin.

Kesê di vî dîmenê li ber wargeha tê avakirin sekiniye û rastiya niyetên wan vedibêje.

Kesê behsa mijarê banga alîkariyê ji erebên Israîlê dike û dibêje di wir de wê birayên wan ên li Sûriyê werin bi cihkirin.

“Bi alîkariya Komeleya Jiyana bi Rumet, a Erebên Filistîn em vê hemleyê didin destpêkirin.

Ev hemle wê xizmeta we Erebên Filistîn ji bo bi cihkirina welatiyên Sûriyê yên koçber bûne be.

Da ku em wan ji konan derxin û di avahiyan de bi cih bikin. ”

Dewleta Tirk malên Efrîniyan desteser dike

Di heman demê de Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragîhand ku dewleta Tirk zêdeyî 750 malbatên Filistînî li kantona Efrînê bi cih kirine.

Back to top button