Cemîl Bayik: Dixwazin PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina Kurdan bibin serî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê diyar kir şerekî mezin li Zap, Metîna û Avaşînê diqewime û destnîşan kir armanca vê êrişê tasfiyekirina PKK’ê ye û qirkirina Kurdan e.Bayik da zanîn ger PKK lewaz bibe wê gelê Kurd û her kes derbê bixwe û bang li gel û hêzên başûrê Kurdistanê jî kir ku li ber dagirkeriya Tirk rabin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 23’ê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin, ji Stêrk TV re axivî.

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk li der û hundir siyaseteke şer dimeşîne û anî ziman tenê gelê Kurd, PKK û hêzên demokrasiyê li ber vê siyasetê radibin û têdikoşin.

Bayik anî ziman desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dixwazin qirkirina Kurd bibin serî û wiha got,

“Siyaseta ku li hundir û derve dimeşîne bi temamî li ser vê bingehê ye. Dizanin ku eger di vê siyasetê de encamê wernegirin nikarin li ser desthilatdariyê bimînin. Ji ber ku PKK li dijî vê siyaseta wan ya qirkirinê disekine niha êrîşî PKK’ê dikin. Dizanin heta ku PKK’ê tasfiye nekin nikarin Kurdan tune bikin.”

Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê rabin ser pêyan û piştgiriya gerîla bikin

Bayik bal kişande li ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku şerekî pir mezin tê meşandin û wiha dewam kir,

“Divê kes êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Metîna, Zap û Avaşînê weke yên berê nebîne. Armanca vê êrişê tasfiyekirina PKK’ê ye û qirkirina Kurd e. Ji bo wê pir cidî ye û metirsîdar e. Divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd vê yekê wiha fêhm bikin.”

Cemîl Bayik diyar kir PKK li dijî metirsiyeke mezin li ber xwe dide û got,

“Eger têkoşîna PKK’ê lawaz bikeve her kes wê derbê bixwe. Bi navê Kurd tiştek li holê namîne, destketiyên Kurdan hemû wê ji wan bên standin. Ji bo Kurdan qirkirin û koletî wê dewam bike. Divê her kes vê bibîne.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dide û bang li gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hêzên demokrasiyê, bi taybetî gel û sazî û rêxistinên başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan û piştgiriya berxwedana gerîla bikin.

Back to top button