Seyîd Mele Yûsif: Dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd şerê PKK’ê dike

Seîd Mele Yûsif, Endamê Yekîtîya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê bang li partiyên Kurdî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwesteke hişk nîşan bidin, ji ber armanca wê qirkirina giştî kurdan e.

Seîd Mele Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê; dixwaze plana xwe ya dagirkirina başûrê Kurdistanê bibe serî.

Yûsif dagirkeriya Tirkiyê ya ji 1071’ê bi bîr xist û anî ziman “Dewleta Tirk ji dema şerê Melazgirtê û heta nihe hewl dide gelê Kurd tune bike û Kurdistanê bi giştî dagir bike.”

Li dijî kirinên dewleta Tirk a dagirker Seîd Mele Yûsif daxwaza helwesteke hişk ji partiyên kurdan kir ku li dijî plana giştî ya Tirkyê; girankirina tecrîda ser Rêber Ocelan, êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava Firatê, xwedî helwestek hevpar bin.

”Ji bo parastina nasnameya me divê seferbeiya giştî were ragihandin”

Li aliyekî din Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li qada kampa Berxwedan ya navçeya Fafînê daxuyaneyek dan.

Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Piştire hate eşkerekirin ku ev şer dîrokî ye divê hemû hêzên siyasî yên kurdî seferberiya giştî ragihînin û di çarçoveya şerê gelê şoreşger de bixebitin.

Back to top button