Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê: Armanc ji avakirina mizgeftan li gundên Êzîdiyan qirikina ola Êzîdî ye

Êzidiyên Efrînê guhartina demografiyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, şermezar kir.

Endamên Yekîtiya Êzîdiyên Herêma Efrînê û Yekîtiay Jina Êzîdî li Şehbayê bi daxuyaniyekê operasyonên guhertina demografîk ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi destekdayîna dewletên Qeter û Kiwêtê pêk tîne, şermezar kir.

Yekîtiyê da xuyakirin ku armanc ji hebûna ji komeleyên Îslamî û avakirina mizgeftan li gundên Êzîdiyan qirkirna ola Êzîdî ye.

Yekîtiyê dawiya daxuyaniyê, bang li civaka navedewletî û rêxistinên mirovî kir ku guhertina demografîk li Efrînê bidin sekinandin û dagirker ji herêmên bêne derxistin.

Back to top button