HPG: Li Serhed û Metîna 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê bê navber çalakiyan dikin. Artêşa dagirker ji ber derbên gerîla rojane windahiyan dide.
HPG’ê ragihand li Eyaleta Serhedê a Bakurê Kurdistanê û li herêma Metîna a başûrê Kurdistanê 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê û li eyaletên bakurê Kurdistanê ji ber çalakiyên gerîla rojane derb dixwe û windahiyan dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir agahiyên derbarê çalakiyên li Eyaleta Serhedê ku li dijî artêşa Tirk hatine kirin nû gihiştine ber destê wan û ev agahî parve kir,

“19’ê Çile li qada Gilîdaxê a Eyaleta Serhedê operasyoneke dagirkeriyê a berfireh hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin kemînê û lê dan. Di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

11’ê Nîsanê li heman deverê di navbera hêzên me û dijmin de şer qewimî û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

26’ê Nîsanê dîsa li heman deverê hêzên me bi çar aliyan li yekîneyeke dijmin xistin. Di vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de gerîlayan li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Hat diyar kirin gerîlayên YJA Starê 16 Gulanê li dijî leşkerên dagirker yên li ser girê Azad a herêma Metînayê çalakî pêk anîn.

Hat gotin di vê çalakiyê de kozîkek hedef hatiye girtin û di encamê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

HPG’ê diyar di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî 16’ê Gulanê li dijî leşkerên dagirker yên li dola Konferansê a herêma Avaşînê çalakî hatiye kirin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de jî leşkerekî dagirker hate kuştin.

HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafirên şer êrîş pêk anîn.

Hat gotin, 16 û 17’ê Gulanê herêmên Avaşîn, Mamreşo û Garê hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

Back to top button