TEMELLÎ: 31’Ê ADARÊ GELÊ WÊ DENGÊ XWE BIDE RASTIYÊ

Ji bo hilbijartinên herêmî tenê 3 roj mane.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gel kir ku dengê xwe bide, xwedî li sindoqan derkeve û got:
Dengê xwe bidin rastiyê, rastî teqez bi ser bikevin.

HDP’ê ji bo bilbijartinên herêmî lez daye kar û xebatê xwe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ser rewşa dawî ya karên xwe yên hilbijartinê ji ajansa Firatê re axivî.

Sezaî Temellî got li ser pirsa li deverên ku qeyûm lê hatine bicihkirin rewşa HDP’ê çawa ye got:

Di kampanya xwe ya hilbijartinê de, hem li deverên ku qeyûm lê hatine bicihkirin hem jî li deverên din me dît ku gelê me gelekî bi coş û bi biryar e.

Gelê me bi biryardariyeke mezin xwe ji bo vê hilbijartinê amade dike, ji ber ku li dijî tecrîdê, li dijî desthiladariyê xwedî hêrs û kînek mezin e.

Wê ev hêrs û nerazîbûna xwe bike deng û xwedî li sindoqan derkeve.

Her wiha Temellî balkişand li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylû û wiha anî ziman:

Desthilatdarî, desteya wezîran bi taybetî jî wezîrê karên hundir, ji ber ku vê biryardariyê dibîne her gefan dixwin.

Her roj zext û tundiyê zêde dike. Lê çi dikin bila bikin, tiştekî bi dest naxin.

Gel bi me re ye û gel rastiya me jî dizane û ya hikumeta faşîst jî dizane.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di dawiyê de ji bo parastina sindoqan ev bang kir:

Stratejiya ku em di vê hilbijartinê de pêk tînin gelekî girîng û serketî ye.

Alternatîfeke girîng ji bo demokrasiyê pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye.

Hêzên demokrasiyê, jin, ciwan û kedkar hemû li dora vê alternatîfê li hev civiyane.

Em bang li partiyên din ên mûxalefetê dikin em ê hem li her deverê dengê xwe bidin, hem jî sindoqan biparêzin.

LI SARIÇAMÊ JIN WÊ DI RÊVEBERIYÊ DE DERKEVE PÊŞ

Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Sariçamê Zozan Efeturk diyar kir, divê ciwan di nava siyasetê de bi roleke hîn aktîf bilîzin.

NAMZETÊN SERÊKANIYÊ: EM Ê ŞAREDARIYA XWE JI AKP’Ê RIZGAR BIKIN

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman diyar kirin, êdî şêniyên Serêkaniyê biryara xwe dane ku wê dengê xwe bidin kê.

DEK Û DOLABÊN AKP’Ê DEST PÊ KIR

Li aliyekî din dek û dolabêb AKP’ê ji bo bidestxistina hilbijartinan dest pê kir.

Li Cirnê Reş, wê namzetê AKP’ê qeyûm Şeref Albayrak roja hilbijartinê dibistanan vala bike û bi darê zorê dengan bi awayekî vekirî bide bikaranîn.

Leave a Reply

Back to top button