Li Mêrdînê, 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin

Li Mêrdînê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 3 HDP’î hatin binçavkirin.

Leşkerên dewleta Tirk, li navenda Mêrdînê û taxa Dengiza ya navçeya Stewrê bi ser gelek malan de girtin..

Di serdegirtinê de, hevserokê berê yê Şaredariya Stewrê Mehmet Aydin Alokmen, ji rêveberên berê yên HDP’ê yê Bajêr Bedîdî Yilmaz û rêveberiya HDP’ê ya Bajêr Ayşe Bozan hatin binçavkirin û ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mêrdînê hatin birêkirin.

Jixwe, Aydin Alokmen dema ku Hevşaredarê Stewrê bû, di 1’ê Adara 2016’an de qeyûm li şûna wî hatibû danîn, ew hatibû girtin û piştî zêdeyî salekê ku dîlgirtî mabû, hatibû berdan.

Back to top button