Artêşa Îsraîlî ragihand ku 62 balafirên şer şeva borî 65 dever li Xezayê bi 120 mûşekan bombebaran kirine.
Artêşê diyarkir ku balafiran 5 malên rêveberên Hemasê, binesazî û mûşekavêj rûxandin.
Artêşê her wiha anî ziman ku komên Filistînî 90 mûşek ber bi bajarên Îsraîlê ve berdan, lê belê pergala wan a parastinê bi dehan ji wan mûşekan bêbandor kirin.
Duh hemwextî bomberankirina Xezayê, ji Libnanê 6 roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û li ser ava deryaya Spî teqiyan bê ku ti ziyan werin tomarkirin.
Artêşa Îsraîlî li ser vê da zanîn ku komeke biçûk, ji van êrîşan berpirsiyar e, ne Hizbulah.
Li aliyekî din, hikûmeta Îsraîlî li bajarê Lidê rewşa awrte ji ber şerê rûdayî heya 48 saetên din, dirêj kir.
Li gorî agahiyan, heya niha di nav de 61 zarok û 36 jin, 212 Filistînî û 10 Îsraîlî di nav de 2 zarok hatine kuştin.