Rayedarê Amerîkayê: Emê hewilbidin leşkerên Azerbeycanê li Ermenistanê derxînin

Şêwirmendê Serokê Amerîkayê yê Ewlehiya Navdewletî Jake Sullivan teqez kir ku DYA’ê dê daxwaza vekişîna leşkerên Azerbeycanê ji Ermenistanê, bike.

Jake Sullivan ji Serokwezîrê Ermenî Nikol Pashinyan xwest ku divê Ermenistan bêhna xwe fereh bike û bi karibe ne bi rêka şer bi rêka dîplomasiyê pirsgirêkê çareser bike.

Sullivan, her wiha metirsiya xwe li ser dîlgirtiyên Ermenî yên di destê Azerbaycanê de, anî ziman.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîrê Ermenî bi daxuyaniyekê diyar kir ku kirinên artêşa Azerebîcanî yên li ser erda Ermîniyayê arandin in û nayên qebûlkirin.

Ji xwe, Wezareta Parastina Ermenî di 12’ê vê mehê de jî, ragihandibû ku Artêşa Azerbeycanê derbasî herêma Sîyonîk a Ermenîstanê bûye.

Back to top button