Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 2 kes ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên ku jiyana xwe ji dest dan, jinek û mêrek e.
Mustefa destnîşan kir ku 20 mêr û 23 jin di nav de 43 kes bi Coronayê ketine û 4 kesê ku pêketibûn jî, baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 88 kes, ji wan 702 kes jiyana xwe ji dest dane û hezar 755 kes baş bûne.