Mezlûm Ebdî: Teqezî li ser mayîna hêzên Koalisyonê li herêmê hat kirin

Heyetek ji rêveberiya Amerîkayê serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi rayedarên QSD’ê, MSD’ê û rûspiyên eşîrên li Reqayê re hevdîtin pêk anîn.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku di civîna wan a bi heyetê re li ser mayîna hêzên Koalîsyonê hat nîqaşkirin.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî anî ziman ku wan li ser berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî a ji bo herêmê û çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê, nîqaşkirine.

Roja Yekşemê şandeyek Amerîkî serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Şande, ji Joy Hood, Alîkarê Sekreterê Derve, Nûnerê Taybet ê Sûriyê û Rêvebirê Encumena Ewlehiya Neteweyî li Koşka Spî pêk hat.

Şand li gel rayedarên QSD’ê û Meclîsa Sûriya Demokratîk, û serokên eşîrên ji Reqayê civiya.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser civîna wan û şandeyê li ser hesabê xwe tiwiterê daxuyaniyek da û got,

”Di civînê de teqezî li ser mayîna hêzên Koalîsyonê li herêmê ji bo serkeftina li dijî DAIŞ’ê û xurtkirina Rêveberiya Xweser hat kirin.

“Li ser berdewamkirina piştgiriya siyasî û leşkerî hat nîqaşkirin”

Têkildarî heman mijarê cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji ANHA’yê re axivî..

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku di civîna wan bi şandeyê re astengiyên di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de yên herêmê nîqaş kirin.

Her wiha diyar kir ku li ser rewşa herêmên dagirkirî jî hat nîqaşkirin û daxwaza danîna sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re hat kirin.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku wan li ser berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî a ji bo herêmê û çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê, nîqaşkirine.

Bedran Çiya Kurd bi bîr xist ku ew serdana yekemîn e di vê astê de tê lidarxistin û got serdan pir girîng bû.

Wezareta Derve ya DYA: Waşington wê her ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûrî bixebite

Heyeta Wezareta Karê Derve ya Amerîkî jî soza hevkarî û piştigiriyê di hevpeymaniya dijî DAIŞ’ê de û domandina aramiyê li herêmê da.

Heyetê ji bo çareseriya siyasî piştgiriya xwe anî ziman.

Back to top button