Jimara Filistîniyên li Xeza hatine kuştin gihişt 212’an

Di nava 7 salên dawiyê de, şerê herî dijwar yê navbera Îsraîl û komên Filistînî de ev 9 roje rûdide.
Artêşa Îsraîlê vê sibê careke din bi dijwarî êrişî bajarê Xezayê û bakurê wê kir.
Jimara miriyan gihişt 212’an ya birîndaran jî hezar û 400 derbas kir.
Îsraîl naxwaze qala agirbestê were kirin, Filistînî jî di parastina xaka xwe de bi israrin.

Dengê şer û hewarê ji nava Filistînê kêm nabe.

Balafirên şer ên Îsraîlê vê sibê bi dijwarî herêmên cuda yên Xezayê bombebara kirin.

Hemwextî bombebaranê, keştiyên şer ên Îsraîêl, dron û topavjên herêmên cuda yên Xezayê dikin hedef da ku kolanan û binesaziyê wêran bikin.

Vê sibê artêşa Îsraîlê ragihand ku wê dest bi planeke din kiriye da ku armancên stratejîk ên li Xezayê bike hedef.

Ji ber wê li Xezayê metirsiyên aliyên Filistînê zêde bûye.

Heta niha di warê agirbestê de tu pêşketin çênebûye.

Ji êrîşên Îsraîl xuya dike ku heta serweriya xwe ya li herêma Xeza pêk neêne wê agirbest pêk neyê.

Li gorî raporên Wezareta Tenduristiyê artêşa Îsraîlê bi zanabûn komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne, da ku zextê li ser Xezayê zêde bike.

Herî dawî komkujiya sibeha yekşemê ku di encama hedefgirtina bi dehan avahiyên li kolana El-Wehda ya taxa El-Rîmal a li rojavayê Xezayê de 10 zarok û 16 jin di nav de 43 Filistînî hatin kuştin.

Di saetên siharê de careke din li sînorên herêmê pevçûn hebûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistîn a Xezayê ragihand ku jimara qurbaniyên destwerdana Îsraîlê ya domdar a li dijî Xezayê ji 10`ê Gulanê heta niha gihiştiye 212’an.

Ji van 61 zarok û 36 jinin.

Her wiha hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

Netewên Yekbûyî jî dibêje heta niha zêdeyî 52 hezar kes ji ber êrîşan dest ji warê xwe berdane.

Li aliyekî din komên Filistînê yên li Xezayê ragihandin ku bersivdayîna wan a li hemberî destwerdana Îsraîlê ya li ser Xezayê dewam e û heta niha 10 îsraîlî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Back to top button