HPG: Nûçeyên derebarê fermandar û hêzên me de dûrî rastiyê ne

Dewleta Tirk a ku li der û hundir di nava krîz û aloziyeke mezin de ye serî li propagandayên derew dide û hewl dide civakê bê mijûl bike.
HPG’ê ragihand dewleta Tirk a ku li dijî berxwedana gerîla têk diçe ketiye pey serketinên derew ketiye û diyar kir nêçeyên derbarê fermandar û hêzên gerîla de ji rastiyê dûr in.
Li aliyê din HPG’ê diyar kir li Heftenînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin.

Desthilata faşîst a Tirk li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hemê cureyên şerê taybet û psîkolojîk bikartîne.

Serokê rêjîma faşîst a dewleta Tirk Erdogan û saziyên medyaya şerê taybet yên bi ser wê derbarê hin fermandarên HPG’ê de îdia dikin ku ew di encama êrîşên wan de şehîd bûne.

HPG’ê îro têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev îdia derewand.

HPG’ê got, ”Ti rastiya nûçeyên ku di van demên dawiyhê de derbarê fermandar û hêzên me de tên dayîn, nîne.

HPG: Li Heftenînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de daxuyaniyek weşand.

Hat diyar kirin 17’ê Gulanê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Xaç a li devera Xantûr a Herêma Heftanînê çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn êrîşên balafirên şer û helîkopteran ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat gotin, 17’ê Gulanê li Herêmên Zap, Mamreşo, û Avaşînê tevgerên helîkopteran hebû û girê Zendûra ya herêma Metîna jî hat bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van bombebaranan ti ziyan bi gerîlayan nebûye.

HPG: Di encama êrîşê de li Selmasê 4 gerîla şehîd bûn

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 11’ê Gulanê hêzên gerîla dema ku ji cihekê diçûn ciheke din li devera Selmasê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êrîşî wan kirin.

Hat gotin di encama vê êrîşê de 4 gerîla şehîd bûne.

Back to top button