
Saziyên Olî yên Bakurê Sûrî, serkftina QSD’ê li dijî hêzên ku nûnertiya Islamê nakin pîroz kir û bang kir ku, divê kesên sûc kirine werin darizandin.
Kongra Oldarên Civaka Islamî ya Demokratîk, yekîtiya Oldarên Musilman û Buroya Oldan a Bakurê Sûrî, têkildarî serkeftina QSD’ê û darizaindina girityên DAIŞ’ê daxuyanî dan..
Saziyan, serkeftina QSD’ê pîroz kir û weke serkftina mirovhaiyê bi nav kir..
Saziyên Olî diyar kirin ku, QSD’ê ji bo parstina xak û rûmetê komên tundrew yên li dijî Islamê têk birin û jiyaneke hevbeş di navbera gelan de ava kir.
Bi vê yekê xwîna şehîdên hemû pêkhateyan tevlî hev û dara azadiyê av dan..
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi girtiyên DAIŞ’ê hat kirin û ev bang hat kirin…
Em bang li civaka navdewletî dikin ku kesên li dijî mirovahî û baweriyan sûc kirine li dadgehên navdewletî werin darzandin.
Divê em yekîtiya xwe li gorî netewa demokratîk xurt bikin.