Li girtîgeha Ûrmiye girtiyekî Kurd di bin êşkenceyê de hat kuştin

Li Rojihilatê Kurdistanê, zextên rejîma Iranê li ser kurdan didomin, herî dawî li girtîgehek Urmiyê girtiyekî Kurd di bin êşkenceya giran de hat kuştin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, duh bi şev girtiyê bi navê Emîr Rezayî (35) yê ji herêma Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, di bi êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihand ku Emîr beriya bi rojekê dixin odeya karantînayê ya girtîgehê, piştî vedigerînin 4 gardiyan êşkence lê dikin.

Komeleyê diyar kir ku piştî Emîr li ser hişê xwe diçe, radikin nexweşiyê û li wir jiyana xwe ji dest dide, heya niha jî
cenazeyê Emîr radestî malbatê wî nehatiye kirin.

Back to top button