Efrîn..Li navçeyên Şera û Bilbilê 2 sivîl hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeyên Efrînê 2 sivîl revandin. Li nêzî gundê Enab ê Efrînê jî ciwanek di nav zeviyan de kuştî hat dîtin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan carek din şêniyê bi navê Mihemed Ehmed ê ji gundê Qestelê Xidiriya yê navçeya Bilibilê revand.

Hat diyar kirin ji ber sivîlê 45 salî daxwaza erebeya xwe ya ku çeteyan destserkirine kir, ew ber bi cihekî ne diyar ve hat revandin.

Li navçeya Şera jî çeteyan şêniyê bi navê Mistefa Ehmed Misto yê 50 salî yê ji gundê Qestel Cindo revand.

Malpera Afrinpost diyar kir ku ji ber Mistefa parastina xwe li hember êrîşa çeteyan kir, ew hat revandin.

Li gundê Enab yê Efrînê ciwanekî kuştî hat dîtin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Efrînê yê di bin serweriya dewleta Tirk tirmê ciwanekî li nêzî gundê Enab di nav zeviyan de kuştî hat dîtin.

Duh Çavdêriyê destnîşan kiribû ku li nêzî gundê Basûtê yê Şêrewa sivîlekî bi awayekî serjêkirî, hate dîtin.

Back to top button