Li Idlib û Helebê hêzên Şamê û çeteyên Tirk deverên hev topbaran kirin

Li gundewarê Helebê û Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk cih û deverên hev bi dijwarî topbaran kirin.

Şevê din û heta vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev li derdorê Mêznaz-Kefer Heleb a li gundewarê rojavayê Helebê, topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikuemtê deverên li derdorê bajarê Etarib, gundê Kefer Emê yê rojavayê Helebê û herêmên din ên li Cebel Zawiyê ya gundewarê başûrê Idlibê topbaran kiriye.

Duh, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Lazîqiyê û Idlibê herî kêm 12 êriş pêk anîbûn.

Back to top button