Rêveberiya Xweser buhayên madeyên sotemeniyê diyar kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmar 119’an buhayên madeyên sotemeniyê diyar kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abid Hamid El Mihbaş diyar kir
ew di aliyê aborî û malî di rêveberiyê de sererast dikin û ji bo wê jî ev biryar hate girtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmar 119’an buhayên madeyên sotemeniyê diyar kirin.

Li gorî pêşniyarên Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Buhayê Lîtreyek mazotê ji bo aş û firinan 100 LS.

Lîtreya mazota ji bo zivistan û çandiniyê 250 LS.

Lîtreya mazota ji bo nivîsgehên pîşesazî û xizmetguzariyê 300 LS.

Litreya mazota baş 400 LS.

Litreya kaza av 300 LS.

Lîtreya benzîna baş 410 LS.

Litreya benzîna herî baş, 65,5 sentên Emerîkî.

Buhayê tupa gaza malê bi 8 hezar LS.

Gaza bazirganiyê ya ji bo avahiyên pîşesazî û bazirganiyê jî hatiye veqetandin 15 hezar LS ye.

Ebid Hamid El Mihbaş: Di aliyê aborî û maliyê de em di rêveberiyê de sererastkirina dikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abid Hamid Elmihbaş der barê vê yekê de ji Ronahî tv re axivî.

Mihbaş diyar kir ku ev biryra bi rengekî zanistî û lêkolînkirî hatiye girtin, rêveberî dixwaze bi riya pisporên diravî û aborînasan jêderên dahateyên xwe dewlemendtir bike da ku startejiya xwe xêz bike û karibe xizmeta gelê xwe bike.

Mihbaş diyar kir ku di destpêka damezrandina Rêvebriya Xweser beriya 7 salan, rewşa aborî û diravî bi rengekî zanistî nehatibû lêkolînkirin û xwe nedispart binghên aborî yên saxlem.

Niha, bi riya desteyên eleqeder bi vî warî ku hatine avakirin, ew aliyê aborî û diravî di rêveberiyê de sererast dikin û ji bo wê jî ev biryar hate giritin.

Mihbaş da diyarkirin ku aboriya rêvebriyê aboriyeke lêçûnê ye, hemû dahatiyên rêveberiyê ji bo lêçûnê tên mezextekirin.

Mihbaş da diyarkirin ku rêveberî niha li pêşiya du bijartan e:

Yan ew ê sîstema aborî û diravî di rêveberiyê bi rengekî zanistî û birêxistinkirî de sererast bikin da ku rêvebrî karibe dewam bike û xizmeta gel bike.

Yan jî ew li gorî sîstema berê biçin û bi vê yekê dê rêveberî nikaribe dewam bike.

Mihbaş diyar kir ku pêwîst e dahateyên Rêveberiyê bêne dewlemendkirin, niha her du dahateyên sereke yên ku rêveberiyê fînanse dike gumrik û petrol in, ger dergehên sînorî bêne girtin dê metirsiyê bi xwe re bîne. wê demê dê nikaribin xizmetê ji gel re pêşkêş bikin.

Mihbaş da zanîn ku gelek aliyên derve bi planên xwe hewl didin tevliheviyê derxînin û şerê Rêveberiyê Xweser bikin ji ber ev rêveberî îradeya gel temsîl dike û tekez kir ku divê gel ji vê yekê hişyar be.

Back to top button