Artêşa Tirk a dagirker du gundên Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker beriya du seatan gundên Hoşeriyê û Catê yên Minbicê topbaran kirin.

Li gorî daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe parve kiriye:

Artêşa Tirk ji nuqteyên ku li gundên Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê ava kiriye, gundên Hoşeriyê û Catê yên dikevin bakurê rojhilatê bajar bi hawnan topbaran kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Back to top button