Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên her du qurbanên xwepêşandanên li Şedadê û Hesekê, xwest.
Meclisa Herêma Cizîrê da xuyakirin ku ji bo tevlîhevî û fitneyê derxînin, xwepêşandana aştiyane ya li dijî buhabûna sotemeniyê ji aliyê hin kesan ve hate bikaranîn.
Meclisa Cizîrê bang li gel kir ku nekevin xefka kesên ku hewl didin fitne û aloziyê li herêmê derxînin û ji van kirinan hişyar bin.