Meşa Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrik’ê bi dawî bû

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, ya li dijî êrîşên li ser herêmên Parastina medyayê bi dawî bû.

Piştî ku ciwan 100 km ji Qamişlo heta Dêrikê meşiyan, meşa ciwanan duh bi dawî bû.

Meşvan bi diruşman berxwedana gerîla silav kir û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Piştî meşê, aliyan daxuyaniyek da û got:

“Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya kesên îxanetkar rewabûnekê bide êrişên xwe.

Armanca wê ne tenê têkbirina PKK’ê ye, lê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye”.

Bang li gelê Kurd jî hat kirin ku bi gerîla re bibe yekdest.

Meş bi stranên Koma Cûdî ya Çand û Hunerê Dîcle ya Dêrikê bi dawî bû.

Back to top button