Ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê 5 hezar îmze ji NY re hate şandin

Kurdên li Almanyayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji Netewê Yekbûyî re 5 hezar û 500 îmze şandin.

Pêngava îmzeyan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk tê.

Kurdistaniyên li Almanyayê li ber Postaxaneya bajarê Koln ê Almanyayê kom bûn û 5 hezar û 500 îmzeyên komkiri ji NY re şandin.

Kurdistaniyan beriya şandina îmzeyan daxuyaniyek dan û gotin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê ev pêngav bidome.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bang li NY kir ku li hember tecrîdê bêdeng nemîne.

Back to top button