Awistryayê sefîrê Tirkiyê li Viynayê vexwende sefaretxanyê

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo parastina berjewendiyên xwe û tesfiyekirina hisabatên xwe yên bi dewletên Yekîtiya Ewropayê re êdî “doza Filistînê” kiriye qaxezek û her li ba dike.

Piştî êrîş û nakokiyên wî bi Feransayê re, niha Erdogan ber xwe daye Awistiryayê û hikumeta wê bi “hikumrta nefret” bi nav kir.

Li ser vê yekê Awistiryayê jî ji bo şermezarkirinê, sefîrê Tirkiyê li Viyênayê vexwendî sefaretxanyê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan şerê di navbera Israîl û Filistînê de weke derfeteke tasfiyekirina hisabên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê re bi kar tîne.

Ji ber ku ev welat li pêşiya piştgiriya Erdogan bi tevger û rêxistinê tundrew li Ewropayê dibin asteng, bi taybet tevgerên islamîk yên radîkal.

Herî dawî û piştî şer û nakokîne kûr û dûr di navbera Erdogan û serokkomarê Fransayê Emanule Macron de, niha Erodgan berê xwe daye Awistryayê.

Piştî ku hikumeta Awistiryayê piştgiriya xwe bi Israîlê re destnîşan kir, Erdogan yekser êrîşî hikumeta navborî kir û ew bi “hikumeta nefret” bi nav kir.

Awistryayê bang li Erdogan kir: Şer bi hêrsê çareser nabe!

Ji bo şermezarkirina vê yekê, hikumeta Awistiryayê sefîrê Tirkiyê vexwendî baregeha wezareta derve li Viynayê kir û daxuyaniya Erdogan şermezar kir.

Wezîrê karê derve yê Awistiryayê Alexander Schallenberg got:
“Îdîyayê serokkomarê Trikiyê normal in, şerê li Rojhilata Navîn bi hêrsê çareser nabe”

Back to top button